TopWorld

Hê Hezîranê de, Qesra Spî li ser serhildana Prîgojîn zanibu: medyaya Amerîkî

Di nîvê Hezîranê de, servîsên îstîxbarata Amerîkî agahî standin, ku nîşan didin, ku Yevgenî Prîgojîn serhildanek li Rûsyayê amade dike, û wan hişyarî da Qesra Spî li ser vê yekê, lê wan biryar da ku bêdeng bimînin, rojnameya Washington Post dinivîse.

Li gorî çavkaniyên belavokê, îstîxbarata Amerîkî “sînyalên têr” standye, ku amadebûna serhildanê nîşan didin, di heman demê de cewherê rastîn û tarîxên taybetî yên planên Prîgojîne ji wan re nehat zanîn. Di van du hefteyên borî de, ajansên li ser geşedanan agahdarî dane berpirsên Qesra Spî û herwiha Wezareta Derve, Pentagon û Kongresê.

Li gorî New York Times, karbidestên Amerîkî hilbijart, ku daneyan belav nekin ji ber ku ew ditirsiyan, ku Rûsya wan bi hewla derbeyê tawanbar bike. Bi ser de jî, rojnameyê diyar dike, wan nexwest alîkariya rayedarên rûsî bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button