All NewsTop

Ji sala 2018’an heta şerê 44 rojî hikûmetê ji bo kirîna çekan 608 milyar dolar xerc kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan gotîe ku rêveberiya wî ji sala 2018an heta destpêka şerê 2020an 608 milyar dram ji bo çek û alavên leşkerî yên ji bo artêşê xerc kiriye, lê lêçûnên rêveberiya Sêrj Sarkîsyan di nav deh salan de tenê 354 milyar dram bûye.

Serokwezîr Paşînyan ji parlementerên lijneya hilbijartî ya parlementoyê ya lêkolîna Şerê Karabaxê yê Duyemîn 2020an re gotîe ku rêveberiya wî ji destpêkê ve giranî daye ser nûjenkirina artêşê ne ji ber ku ew difikirin ku şer neçar e, lê ji ber ku ew difikirin ku zêdekirina amadehiya şerker artêş wê pozîsyonên Ermenîstanê yên muzakereyê bi awayekî berbiçav bi pêş bixista.

Wî bi bîr xist ku rêveberiya wî biryarên girîng li ser zêdekirina amadebaşiya şer ji sala 2018 heta 2020 girt, maşê leşkeran hatîe bilindkirinê û destkeftiyên mezin ên çekan hatine kirinê.

“Ji sala 2018’an heta destpêkirina şerê 44 rojî, bi gotineke din di nav du sal û çar mehan de, hikûmeta Ermenîstanê ji bo bidestxistina çek û alavên leşkerî derdora 608 milyar dram xerc kir. Ji bo berhevdanê, ji sala 2008 heta Gulana 2018, ango di deh sal û çar mehan de, rayedarên berê 354 milyar dram ji bo wê armancê xerc kiribûn. Wate di du salan de me hema hema du qat ya ku di deh salan de bi dest xistibû, pêk anî.”

Serokwezîr Paşînyan diyar kir ku rêveberiya wî ti carî pere ji bo parastinê teserûf nekiriye û ji bo leşkerî çi pêwîst be dê bidome.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button