PoliticsTop

Pirsa vekirina konsolosxaneya Rûsyayê ya li Kapanê tê nîqaşkirin

Pirsa vekirina konsolosxaneya ya Federasyona Rûsyayê li Kapanê bixwe tê nîqaşkirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan li Meclisa Neteweyî di brîfîngekê de ji rojnamevanan re got. “Li Kapanê bixwe mijara vekirina konsolosxaneya giştî tê nîqaşkirin.

Rûsyayê, ku ji bo çi armancê Kapan hilbijart, cîgirê wezîr got, ku ji balyozxaneya Rûsyayê ya li Ermenîstanê bipirsin.

“Dê prosedurên bi tevahî wê bên şopandin. Em eleqe û daxwaza hevkarên xwe yên navneteweyî, ku nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Syunikê dixwazin wekin, ji bo ku rewşa li qadê baştir bizanin, pêşwazî dikin:” Kostanyan got.

Pêştir jî Komara Îslamî ya Îranê konsulxaneya giştî li bajarê Kapanê vekiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button