PoliticsTop

Parlamenterên Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamenta Ewropayê ji bo ku rewşa ewlehiyê binirxînin, wê serdana Ermenîstanê bikin

Heyeta Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamenta Ewropayê wê di navbera 19-22’ê Hezîranê de were Ermenîstanê. Ev ji peyama ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê hatiye agahdarkirin.

Armanca seredana cîgirên Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlementa Ewropayê, nirxandina rewşa ewlekarî ya Ermenîstanê, pêşdeçûna prosesa asayîkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê û her weha ji bo dîtina çalakiyên Mîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropî, ku di meha Sibatê de, ji bo çavdêrîkirin û raporkirina rewşa ewlehiyê li aliyê Ermenîstanê, ya sînorê navneteweyî di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ,hatibu şandin.

Di serdana şandê de, tê plankirin, ku bi endamên hukûmeta Komara Ermenîstane, parlementa Komara Ermenîstanê û balyozên welatên endamên YE re hevdîtin pêk bînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button