EconomicsTop

Em bi serkeftinên hevalbendê xwe kêfxweş in: Overçuk li ser mezinbûna aborî ya Ermenîstanê

Nîkol Paşînyan bi kûrahî, bi arguman û bi awayekî zelal got, ku Rûsya hevkarê sereke yê bazirganiya Ermenîstanê ye û sedema sereke ya mezinbûna aborî ya bilez e.

Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alexey Overçuk di hevpeyvîna xwe ya bi TASSê re ev tişt anî ziman û bersiva vê pirsê da, ku gelo Rûsya ji bo Ermenîstanê hevkarêk girîng a bazirganiyê ye û ew dibîne, ku serokwezîr Nikol Paşînyan belkî niha zêdetir li alye Rojava digere?

“Nîkol Paşînyan pir kûr, bi arguman gotiye. Tiştê, ku hem li Kremlînê, di civîna Civata Bilind a Aborî ya Avrasyayê de û hem jî li Soçiyê, di civîna Encumena Navdewletî ya Avrasyayê de hate gotin, ku Rûsya hevkarê sereke yê bazirganiya Ermenistanê ye û sedema sereke ya mezinbûna bilez a aborî ya wî welatî ye. Em bi serkeftinên aborî yên hevalbendê xwe kêfxweş in, ku mînakek û belgeya pabendbûna bi kursa entegrasyonê ye, ku ji hêla serkirdayetiya Rûs ve hatye pêşniyar kirin. Ez naxwazim li ser encamên muhtemel ên qutbûna Ermenîstan û Rûsyayê jî bifikirim, ew pir eşkere ne:” got Overçuk.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button