
Alîkarê Wezîrê Karên Derve Vahan Kostanyan di brîfîngê de, ku bi rojnamevanan re kir, bal kişand ser binpêkirina agirbestê ya li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê.
“Çalakiyên, ku ji aliyê serkirdayetiya Azerbaycanê ve tên kirin, bi taybetî aloziya li ser sînorê Ermenîstanê û aloziya rewşa Qerebaxê, bê guman ji avakirina aştiya li herêmê re nabe alîkar û guman dike li daxuyaniyên Azerbaycanê yên ku dibêje,ku bi rastî jî bi avakirina îstiqrar û aştiyê re eleqedar in։” wî got.
Her wiha, Kostanyan amaje bi vekirina rêyên veguhestinê li herêmê kir, bi taybetî jî daxuyaniyên Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçuk. Kostanyan teqez kir ku ji bo Ermenîstanê girîng e ku prensîban sererast bike, ku rakirina blokan divê li ser bingeha dadwerî û serweriya alyan pêk were: “Ger heta îro me nekarî tesbît bikin, ku rakirina ambargoyê wê di nav sînorên serwerî û hiqûqê de pêk were, aliyê wêranker Azerbaycan e.”
Alîkarê wezîr her wiha destnîşan kir ku ji Çiriya Paşin 2021an vir ve Ermenîstan her tim avaker û eleqedar e ji bo pêkanîna pêvajoya ablûqeyê:
“Em eleqedar in ku rêyên binesaziya herêmî û rêyên veguheztinê ji vekin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne, ku projeya Xaçerêya Ermenîstanê xwedî potansiyelek mezin e, li gorî pêşkeftinên jeopolîtîk û pirsgirêkên lojîstîkî, yên ku îro cîhan bi wan re rû bi rû ye.”