PoliticsTop

Wê li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser parastina gelê Qerebaxê rûniştin bên kirin

Komîsyona Mafên Mirovan a Kongreya Amerîkayê li ser nawê Tom Lantos wê di 21ê Hezîranê de li ser mijara ewlekariya gelê Qerebaxê rûniştinan pêk bîne. Di peyama komîsyonê de ev agahî hat dayîn.

Komîsyon tekez dike, ku metirsiya ji nû ve destpêkirina tundûtûjiyê li Qerebaxê û derdora wê zêde bûye.

Di peyamê de hat ragihandin, ku dorpêçkirina Korîdora Laçînê ev 7 mehye berdewam e, pêra jî bi rêya vekirina xaleke kontrolê ya leşkerî ji aliyê Azerbaycanê ve, ku ev li dijî xalên rêkeftina agirbesta sala 2020an e.

“Hejmarek hewildanên navneteweyî ji bo kêmkirina metirsiya şerek nû ya berfireh, di nav de ji hêla rayedarên Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî ve, têne meşandin. Pirsgirêka sereke ew e, ku ji bo parastina maf û ewlehiya ermeniyên etnîkî li Qerebaxê , ku Azerbaycan li wê derê hewl dide ku kontrola xwe ava bike, çi pêwîst e:” di peyamê de tê gotin.

Komîsyona Mafên Mirovana li ser nawê Tom Lantos zêde dike, ku rûniştina 21ê Hezîranê wê li ser hewildanên ji bo parastina nifûsa etnîkî di dema dorpêçkirin û danûstandinan de, nîqaş bike, û her weha pêşniyarên ji bo siyaseta Amerîkî li ser vê mijarê bide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button