PoliticsTop

Şirovekarê Amerîkî piştî êrîşa li ser kargeha Amerîkî daxwaza cezakirina Azerbaycanê dike

Mîçael Rûbîn, pisporê payebilind ê “American Enterprise Institute” ê, amaje bi bûyera vê dawiyê ya Yerasxê kir, ku hêzên Azerbaycanê teqe li kargeheke, ku bi sermayeguzariya Amerîkayê tê çêkirin, kirin û di encamê de 2 welatiyên Hindistanê birîndar bûn. Gotara bi sernavê “Êrîşa Azerbeycanê ya li dijî şîrketa Amerîkî divê dawî li rakirina cezayan bîne”.

Vekoler dinivîse, ku êrîşa bêprovokekirî du rastiyan radixe ber çavan.

“Ya yekem ew e, ku berevajî piştrastkirina Wezareta Derve, ku Azerbaycan ji bo çareserkirina nakokiyên bi Ermenîstanê re li ser Qerebaxê dest ji operasyonên leşkerî berdaye jî, ew berdewam hêzên xwe yên çekdar ji bo tirsandinê bikar tîne. Ya duyem jî ew e, ku Azerbaycan dikare nakokiyên li ser kêşeya Qerebaxê ji xwe re bike hincet, lê armanca wê Ermenîstane . Yerasx axa Ermenîstanê ye, ku bi fermî ji aliyê tu welatekî ve nayê nîqaşkirin:” Rûbîn dinivîse û êrîşa Bakûyê ya li ser Jermûkê û dagîrkirina hin deverên Ermenîstanê ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve jî bi bîr tîne.

Şirovekar rexne li Wezareta Derve ya Amerîka jî digire, ku fikarên wê “li dijî yasaya Amerîkî ye, ku dayîna alîkariyên leşkerî ji Azerbaycanê re qedexe dike, heya ku Azerbaycan xwedî armancên leşkerî be.”

Mîçael Rûbîn bang li rêvebirîya Jo Bayden, serokkomarê Amerîkayê dike, ku betalkirina xala 907an a “Qanûna Piştgiriya Azadiyê” betal bike û yekser hemû cureyên alîkariyên leşkerî û nemirovane bo Azerbaycanê rawestîne. Wekî din, ev tê wê wateyê ku Serok Bayden û Wezîrê Karên Derve Anthonî Blînken “tu berjewendiya wan di parastina berjewendîyên Amerîkî, jiyana Amerîkî, an guhdana qanûnên Amerîkî de tune.”

“Bersiva tenê bi gotinan, wê aşitiyê paşve bixe, û Azerbaycanê piştrast bike ku ew ê ji bo berdewamiya êrişan rûî bi encamên cidî nebe:” got analîst.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button