EconomicsTop

Navenda kontrolê ya satelayta ermenî ya “ArmSat-1” bi temamî hatiye çêkirin û ji bo operasyonê amade ye

Navenda kontrolê ya “ArmSat-1”, satelayta Ermenîstanê ya ewil e ku ber bi fezayê ve hat avêtin, bi temamî hatiye çêkirin û ji bo operasyonê amade ye. Wezîrê Pîşesaziya Teknolojiya Bilind Robert Khachatryan di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de dema ku rapora salane ya pêkanîna bûdceya dewletê ya sala 2022-an pêşkêş kir, ev tişt got.

Wezîr destnîşan kir, ku di sala 2022an de wek hedefeke nû ya geşepêdanê û însiyatîfeke nû, fonên ku ji butçeya dewletê hatine terxankirin ji bo destpêkirina satelîta yekem a çavdêriya ji dûr a Erdê ya Ermenîstanê û bidestxistina wêneyên fezayê hatine terxankirin.

“Satelayt jixwe di xebatê de ye, wêne bi rêkûpêk têne standin û navenda kontrolê ya ku di peymanê de hatye peyda kirin bi tevahî hatye çêkirin û ji bo xebatê amade ye. Pisporên ermenî yên ku di çarçoveya projeyê de hatine perwerdekirin, wê di demek nêzîk de rêvebirina peykê bigrin û rêvebirina rasteqîn a satelaytê jî wê ji axa Komara Ermenîstanê were kirin.”

Satelayta Ermenistanê ya pêşê “ArmSat-1” di 25ê Gulana 2022an de ber bi fezayê ve hat şandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button