
Hikûmet wê di demek nêz de Qanûna Roma ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (Statûya Roma) ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Neteweyî bike. Li ser vê yekê Servîsa ragihandin û têkiliyên giştî ya ofîsa serokwezîriyê agahî dide.
Dadgeha Destûra Bingehîn erkên, ku di Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de ku di 17’ê Tîrmeha 1998’an de hat îmzekirin, li gorî destûra bingehîn qebûl kir.
Hikûmetê di sala 2022’an de li ser vê mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Hikûmet dîsa vegeriyaye ser mijara naskirina yasaya Romayê, ji ber ku li gor mentiqê vê projeyê derfetê dibînin, ku ji Azerbaycanê hesab bipirsin.