
Ev têr nake, ku hêzên aşitiyê yên Rûsyayê garantiya karkirina bênavber a Korîdora Laçîn nake, û hê jî ligel ala Azerbaycanê li nêzîkî pira Hekarê diçin. Parlamenterê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Vahagn Aleksanyan di hevpeyvîna xwe ya li ser kanala televîzyona giştî de ev tişt got.
“Pirsgirêka herî mezin ew e, ku di korîdora Laçînê de, ku diviyabû di bin kontrola Rûsyayê de bûya, xaleke kontrolê ya Azerbaycanê heye. Li gorî belgeya 9ê Çiriya Paşinê, diviyabû ew xala kontrolê ne li wir bûya û diviyabû Rûsya çavdêriya çûnûhatina bênavber di wê korîdorê de bikira. Bi giştî gelek pirsên me yên girêdayî hêzên aştîparêz ên Rûsyayê hene û yek ji wan lê zêde bû:” Aleksanyan got.
Li gorî Vahagn Aleksanyan opozîsyon çalak in ne ji ber rewşa siyasî ya navxweyî, lê ji ber ku ji aliyê hêzên derve ve têne organîzekirin .
“Diyar e ku di muzakereyên peymana aştiyê de pêşkeftin heye, diyar e,ku li xalên jeopolîtîk ên taybetî de nerazîbûn heye, li ser pirsa,ku li kuder muzakarî derbasdibin û bi giştî jî hêz hene, ku ne eleqedar in, ku Ermenîstan nakokiyên xwe çareser bike. Û ew di nava me de aloziya siyasî ya navxweyî provoke dikin. Divê bala xwe bidin ser kîjan danûstandinan opozîsyon aktîf dibe. Qet bûye ku li Moskowê danûstandin çêbibin û opozîsyon aktîf bibe? Lê bes e ku muzakere li welatekî din çêbibin, muxalefet amade ye rabe ser piyan û welatê rizgar bike:” got Aleksanyan.