PoliticsTop

Di derbarê bûyera li nêzî pira Hekarê de nerazîbûneke tund a Ermenîstanê nîşanî balyozê Rûsyayê hat dayîn: Wezareta Karên Derve

Di hevdîtina, ku di 16ê Hezîranê de li Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê hat kirin de, nerazîbûna Ermenîstanê ya tund li hember bûyera, ku alyê aştîparêzên rûs ve li nêzî Pira Hakarê pêk hat, ji Balyozê Rusya yê Ermenîstanê Sergey Kopîrkîn re, hat nîşandan. Ev yek ji aliyê sekretera çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê, Anî Badalyan ve hat gotin, di bersiva vê pirsê de, ku balyozê Rûsyayê li Ermenîstanê, Sergey Kopîrkîn, bi çi armancê çûye Wezareta Karên Derve?

“Derbarê bûyera 15ê Hezîranê, ya li nêzîkî pira Hekarê, ku aştîparêzên rûsî tê de bûn, îro di hevdîtina bi Balyozê Rûsyayê re li Wezareta Derve, nerazîbûna Ermenîstanê ya li hember vê bûyerê bi tundî hat nîşandan. Hat gotin, ku ji bo tespîtkirina rewşê û sererastkirina rewşê hemû gavên pêwîst bên avêtin:” got Badalyan.

Beriya niha Servîsa Sînor a Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenîstanê ragihandibû, ku roja 15ê Hezîranê, derdora saet 08:40, komek leşkerên servîsa zêrevaniya sînorê Azerbaycanê ji bo ku li ser axa Komara Ermenîstanê alekê deynin, hewl dan, ku ber bi pira Hekariyê ve pêşve herin. Hat destnîşankirin, ku di encama tedbîrên, ku ji aliyê ermenî ve hatin girtin, pêşdeçûna leşkerên Azerbaycanê û hewla danîna ala li ser axa Komara Ermenistanê hat astengkirin.

Di yek ji vîdyoyên, ku li ser înternetê belav bûne de, tê dîtin, ku çawa artêşa Azerbaycanê ligel hêzên aştîparêz ên Rûsî hewl didin ala Azerbaycanê li ser pira Hekarê deynin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button