PoliticsTop

Cudahiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de di mijara rakirina blokan de teknîkî ne: Serokê Meclîsa Neteweyî

Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan li ser pêşketina muzakereyên Ermenîstan-Azerbaycanê li ser mijara jinavbirina blokan û her wiha helwesta aliyê Ermenîstanê di warê têkilyên veguhestina ji Azerbaycanê bo Naxîcewanê de axivî.

Alen Sîmonyan li Meclisa Neteweyî di brîfînga rojnamevanan da diyar kir ku cudahiyên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de di mijara rakirina blokan de teknîkî ne.

“Li ser vê mijarê têgihiştinek giştî heye, lê nakokiyên teknîkî hene. Xeta sor a sereke di helwesta Azerbaycanê de ew e ku hemwelatiyê Azerbaycanê dema ji Bakûyê ber bi Naxîçewanê ve diçe, ji Azerbaycanê ber bi welatekî sêyemîn ve neçin û ev hemû jî li gorî wan tê wateya ku divê bijardeyek hêsantir hebe. Û helwesta me jî ew e ku em alîgirê vekirina hemû rêyan in, û eger em behsa aştiyê bikin, wê demê ne hewce ye ku pêşmercên tund bên danîn, alozî çêbibin, rewşa şer çêbibe, ji ber ku di rewşek wiha de ew rê bêwate ye. Wê baş be ku aliyê Azerbaycanê van hemûyan fêm bike:” got Sîmonyan.

Serokê Meclisa Neteweyî her wiha li ser xala 9a ya daxuyaniya 9ê Çiriya Paşina 2020an jî nirxand, ku tê de tê gotin, ku kontrolkirina hatinûçûnên ji Azerbaycanê ber bi Naxîçewanê ve divê ji aliyê servîsa parastina sînoran a Rûsyayê ve bê kirin. Wî anî ziman ku Komara Ermenîstanê xwedî xakeke serwer e, ku qanûnên Komara Ermenîstanê tê de derbas dibin û bi awayekî din nayê şîrovekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button