All NewsTopVideo

Vîdêo. Ji Artsaxê ber bi Ermenistanê û berevajiyê wê bi rêya xala kontrolê ya Azeriyan a li pira Hekarîyê bi alikarîa hêzên aştiyê yên rûsî diçin

Nêzîkî hefteyekê ye ermenî ji Artsaxê ber bi Ermenistanê û berevajiyê wê bi rêya xala kontrolê ya Azeriyan a li nêzîkî pira Hekarîyê bi otomobîlên bi alikarîa hêzên aştiyê yên rûsî diçin.

Li gorî nûnerê Navenda Hevkariya bi Hêzên Aştîparêz ên Rûsyayê Gêvorg Mîrzoyan, hemû rêwiyan li xala kontrolê ya Azerbaycanê tên kontrolkirinê.

Her roj nêzî 28 kes dikevin û derdikevin Artsaxê, di alîkakîa rûsan de çimkî ewqas cihî heye. Navnîşan li navenda hevkariya bi hêzên aştiyê re tê kirinê.

Azerbaycan sfetê wan dikişîne û ermeniyên ku ji nuqteya kontrolê ya Hekariyê re rû bi rû derbas dibin nîşan dide û sfetê wan bêyî destûra gel tê kirin û mafên mirovan binpê dike.

Hêzên aştiyê yên Rûs di tevahiya dewreyê de, li nuqteya kontrolê ya pira Hekariyê jî tevî welatiyên Ermenî bûne. Lê di vîdeoyên Azerbaycanê de aştîparêz nayên dîtinê.

Li gorî Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê Gêgham Stêpanyan, aliyê Azerbaycanê hewleke taybet dide ku aştîparêzên Rûsî di vîdyoyan de neyên xanê. Ev ji bo armancên propagandayê ye. Eşkere ye ku armanca Azeriyan ew e ku di vê proseyê de beşdariya aliyên Rûsî û Xaça Sor nebe û ji cîhana derve re nîşan bidin ku ti pirsgirêk nîne û bi navê “entegrasyonê” di pêşveçûn heye.

Berevankarê Mafên Mirovan ê Artsaxê daye zanîn ku heta mirov bi aliyê sêyem re derbasî wê rê dibe, wê demê gefên derûnî û fizîkî hene. Di wê rewşê de ne mantiqî ye ku mirov behsa vekirina korîdor an jî rakirina bilokirinê bike.

Gêgham Stêpanyan beng dike li ser wê yekê  ku xelk amade ne ku ji xala kontrolê ya Azerbaycanê ligel aliyê sêyem derbas bibin, tenê ji bo ku xwe bigihînin xizmên xwe, lê ev nayê wê wateyê ku li hember hebûna çekdarên Azerî li ser sînorê Ermenistan-Artsakh rawestine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button