All NewsTop

Senatorên Amerîkî biryara şermezarkirina Bakû pêşkêş kirine

Senatorên Amerîkî Alêx Padîlîa û Marko Rûbîo duh pêşnûmenameyek pêşkêş kirin ku tê de Bakû ji ber girtina Korîdora Laçîn şermezar dikin û bang li Dewletên Yekbûyî dikin ku bilez gavan bavêje ji bo bidawîkirina qeyrana mirovî. Hat destnîşankirin ku li Meclisa Nûneran jî ji teref Frank Pallon û Gaz Bîlîrakîs ve biryar hatîe dayînê.

“Azerbaycanê bilokkirina Korîdora Laçîn ku tekane rêya Qerebaxê bi Ermenistanê ve girêdide, ne însanî ye û nayê qebûlkirin. Girtina 120,000 Ermeniyên Qerebaxa Çiya ji xwarin, derman û pêdiviyên din ên bingehîn bêpar kirîe û krîzek mirovî çêkirîe. Biryara me dê eşkere bike ku divê Dewletên Yekbûyî gavan bavêje ku Azerbaycanê berpirsiyar be,” Padîlîa gotîe.

Endamê Kongreyê Frank Pallon jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hevkarên xwe û bilokkirina Artsaxê ji alîê Azerbaycanêva şermezar dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button