All NewsTop

Ermenistan dikare bibe navendeke enerjiyê ya herêmî. Axaftina Paşînyan di Kongreya Avrasyayê de

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li Kongreya Avrasyayê ya li Soçîê de bal kişand ser geşbûn û çalakiya aborî ya li Ermenistanê. Bi taybetî, wî destnîşan kirîe ku nîşaneyên mezinbûna aborî û çalakiya li Ermenîstanê hem îsal û hem jî di sala pêş de ji bo hêviyên erênî bingehek xweş çêdibe.

Paşînyan gotîe ku pêşketina bingehî bi sê faktorên sereke dikare bive: mezinbûna aborî, berpirsiyariya civakî û hevsengiya ekolojîk.

Û wî got jî ku li Ermenistanê pêvajoyeke lîberalîzekirin û geşepêdana bazara enerjiyê didome.

“Em kapasîteyên pîşesaziyê pêş dixin. Xetên voltaja bilind ên Ermenistan-Îran, Ermenistan-Gurcistan ku tev li rêya elektrîkê ya Bakur-Başûr dibin, ji bo îthalat û hinardekirin, transît an jî pevguhertina demsalî ya enerjiyê derfetên nû diafirînin. Bi vî awayî Ermenistan dikare bibe navendeke hêza herêmî,” Nîkol Paşînyan tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button