EconomicsTop

Rûsya amade ye, ku bi Ermenîstanê re li ser mijarên darayî yên avakirina santrala nukleerî gotûbêj bike: Mîşustîn

Rûsya amade ye ku bi hevkarên xwe yên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê re, ku Ermenîstan jî di nav de ye, mijarên darayî yên avakirina santralên nukleerî li herêmên wan, û her weha pîvanên girêdayî kapasîteya yekîneyan, gotûbêj bike.

Serokwezîrê Rûsyayê Mîxaîl Mîşustîn ev yek di dema pêşangeha “Eurasîa mala min e” de ragihand. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî beşdarî pêşangehê bû.

Serokên heyetan re li baregeha Rosatomê li ser projeya hevpar a Rûsî-Belarûsî ya santrala nukleerî ya herî ciwan û bikêrhatî ya cîhanê de hat agahdarkirin. Ewî santrala nukleerî de du yekîneyên elektrîkê yên bi kapasîteya 1200 megawat hene. Yekîneya pêşê ji niha ve ketiye meriyetê, ya duyemîn jî di ceribandinan de ye.

Mîşustîn bala Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan kişand ser sîstema fînansekirina projeyê û da zanîn, ku şîrketên Belarûsî tenê ji 40% hinek zêdetir fînanse kirine. Serokê şirketa “Rosatom” Aleksey Lîxaçev diyar kir, ku ew proje wek ku ew ê ji bo xwe bikin têne kirin. Lîxaçev got, “Em ji hemî pîvanên hişk, kalîte, karîgerî û ewlehiyê berpirsiyar in

Paşînyan ji aliyê xwe ve da zanîn ku, weke ku jê re hatiye ragihandin, “Rosatom” tenê çêkirina blokên bi kapasîteya ne kêmtrî 1200 megawatê pêşkêş dike.

“Em yekîneyên 1000, 600 û 400 megawatt ava dikin, lê ew ê bibin projeyên bingehîn û hinekî bihatir,” Lîxaçev bersiv da.

Mishustin pêşniyar kir, ku hevkarên ermenî re hewdîtin bikin û li ser polîtîkaya bihayê nîqaş bikin. “Ji îro pê ve divê polîtîkaya bihayan bê nîqaşkirin. Em amade ne ku nîqaş bikin. Heman tişt bi hevkarên Kazakistanê re jî, em amade ne:” Serokwezîrê Rûsyayê got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button