EconomicsTop

Ji Ermenîstanê kevirên giranbiha û nîvbiha, metalên giranbiha, makîne û alavan îxrac hatye kirin

Di meha Kanuna Pêşin-Nîsana îsal de Ermenîstanê bi nirxê 2 milyar 158 milyon 463,4 hezar dolarî kelûpel îxracat hatye kirin, ku li gor heman heyama par 2,1 qat zêde bû, qebareya herî mezin îxracatê li Rûsyayê hatye kirin. Di berheman de kevirên giranbiha û nîvbiha, metalên giranbiha û tiştên, ku ji wan tên çêkirin para herî mezin di cildên hinardekirinê de ne.

Di 4 mehên ewil ên îsal da îxracata welatên Yekîtiya Aboryê ya Avrasyayê 1 milyar 109 milyon 873,2 hezar dolar bû û li gor heman heyama par 3,8 qat zêde bû û ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê jî li gor 4 mehên ewil 234 milyon û 989,7 hezar dolar hat hinardekirin. Mehên par ev nîşana 9,5% kêm bû.

Herî mezin îxracat li Rûsyayê hate kirin: 1 milyar 64 milyon û 44,8 hezar dolar, li gor mehên Kanuna Paşin-Nîsana 2022yê 3,8 qat zêde bû. Di warê îxracatê de di rêza duyemîn de Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ye, Ermenîstanê di navbera mehên Kanuna Paşin-Nîsana îsal de bi bihayê 372 milyon 641,8 hezar dolarî îxracat Îmaratê hate kirin, ku li gorî heman heyama par 8,9 qat zêde bûye. Çîn di rêza sêyem de ye, îxracat ji Ermenistanê bo Çînê di çar mehên îsal de 135 milyon 017,4 hezar dolar bû û li gorî heman heyama sala 2022an ji 20,1% zêde bû.

Ji Ermenîstanê jî hinardekirina welatên cînar Gurcistan û Îranê zêde bûye. Hinardekirina ji Ermenîstanê bo Gurcistanê di 4 mehan da 51 milyon 502,1 hezar dolar, mezinbûn ji 46,1% e û hinardekirina Îranê jî 35 milyon 630,2 hezar dolar bû û li gor heman heyama par ji 5,9% zêde bû.

Îxracat bo Romanyayê jî 183,1 qat zêde bû û bû 347,8 hezar dolar. Îxracat bo Komara Koreyê 78 qat zêde bû û bû 9 milyon û 764,8 hezar dolar. Ji Ermenîstanê îxracat bo Fransayê 2 milyon û 883,9 hezar dolarî an 98,5% zêde bû.

Di warê hinardekirina kelûpelan de jî kevirên giranbiha û nîvbiha, metalên giranbiha û berhemên wan bi 508 milyon û 61,2 hezar dolarî, li gorî heman heyama sala borî 3,9 qat zêde bûye, rêjeya herî zêde ya kelûpelên hinardekirî ye. Piştre makîne, amûr û mekanîzma hene: 368 mîlyon 439,8 hezar dolar, zêdebûn 15 qat e. Xwarinên hazir di warê îxracatê de di rêza sêyemîn de ne, di 4 mehên ewil ên îsal de ji Ermenîstanê bi nirxê 269 milyon 987,9 hezar dolarî xwarinên hazir hatine îxrackirin, ku li gorî heman heyama sala 2022yan 43,6% zêde bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button