EconomicsTop

Ji bo Komara Ermenîstanê fersendek fantastîk hatiye afirandin: Tîgran Sargsyan li ser cezayan

Cezayên, ku li ser welatên Yekîtiya Aboryê ya Avrasyayê têne sepandin ji Ermenîstanê re firsendên fantastîk diafirînin. Serokwezîrê berê yê Komara Ermenîstanê Tîgran Sargsyan di bersiva pirsa “Sputnik Armenia” de ev tişt got.

Sargsyan destnîşan kir, ku cezayan ducarî bandorê dikin, lê Ermenîstan ev 2 sal in gelek dahatek jê distîne. Li gorî Sarkîsyan, mezinbûna aborî, ji ya ku dewletê pêşbînî dike jî zêdetir e.

“Ji Ermenîstanê re fersendên fantastîk hatine afirandin, ji ber ku sermayek tê de heye, li welatê me bi sedan pargîdaniyên IT-ê hatine afirandin, ku pisporên ji welatên Yekîtiya Aboryê ya Avrasyayê dixebitin. Berhema ku ew diafirînin ji bo tevahiya qada aborî ya Avrasyayê ye:” wî got.

Wî her wiha bal kişand ser çavdêriya nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê, ku Ermenîstan, Kazakistan, Tirkiye û 2 welatên din cezayên Rûsyayê derbas dibin. Sargsyan anî ziman ku di vî warî de metirsî hene, ku Rojava zextên li ser Ermenîstanê zêdetir bike. Sargsyan destnîşan kir, ku dema ku cezayên li ser Îranê hatin sepandin jî metirsî û zext hebûn.

Wî teqez kir, ku îro jî hikûmeta niha ya Ermenîstanê mekanîzmayên, ku di dema serokwezîrtiya wî de dihatin bikaranîn ji bo kêmkirina metirsiyan bikar tîne, ji ber ku ew di berjewendiya Ermenîstanê de ye.

“Divê Ermenîstan ji bo ku herî zêde sûdê ji rewşa afirandî bigire, her tiştî bike û ew jî dike. Pêwîst e bi welatên re, ku ceza didin sepandin, têkilî hebin û nîşan bidin, ku Ermenîstan ne berjewendiyên welatên din, lê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere:” got Sargsyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button