EconomicsTop

Hêjmara alîkariyên mirovî yên, ku ji Ermenîstanê re tên şandin zêde bûye, herî zêde jî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hatiye standin

Ermenîstanê di meha Kanuna Paşin- Nîsanê ya îsal da 6 milyon 670,1 hezar dolar alîkarîya mirovî stand,ku li gor heman heyama par ji 16% zêde bû.

Ew ji daneyên, ku ji hêla Komîteya Îstatîstîkî ve hatine weşandin tê zanîn.

Di alîkariya mirovî de ku hatye şandin, para herî zêde berhemên kîmyewî û pîşesaziyên pê ve girêdayî ne, nezî 3 milyon û 298,7 hezar dolarî, paşê kelûpelên tekstîlê, nezî 985,9 hezar dolarî, paşê makîne, amûr û mekanîzma nezî 971,9 hezar dolarî.

Di meha Kanuna Pašin- Nîsana îsal de herî zêde alîkariya mirovî ji Amerîkayê hatiye standin, 10,6% an 708,4 hezar dolar e, paşê ji Japonyayê, 9,8 % an 656,5 hezar dolar. Elmanya di rêza sêyemîn de ye, alîkariyên mirovî yên ji vî welatî hatine standin 621,7 hezar dolar e, ku dike 9,3%

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button