All NewsTop

Pirsên têkildarî zêdekirina naskirina berhemên Ermenî li bazara Çînê hatin nîqaşkirinê

Wezîr Vahan Kêrobyan li Pêkînê bi Alîkarê Serokê Konseya Pêşxistina Bazirganîya Navneteweyî ya Çînê Jang Şaogan re hev dîtine. Civata Çînê ji bo Pêşxistina Bazirganiya Navneteweyî saziyek bazirganî û pêşkeftina veberhênanê ya navneteweyî ya neteweyî ye ku di sala 1952-an de hatî damezrandinê.

Pirsên têkildarî zêdekirina naskirina berhemên ermenî li bazara Çînê, organîzekirina serdanên hevdu nasandinê hatin gotûbêjkirinê. Ji bo vê mebestê, aliyê Çînî bang li şîrketên Ermenî kirîe ku beşdarî pêşangehên ku li Çînê tên lidarxistin bibin.

Di civînê de, wezîr pirogramên alîkariyên dewletê yên ku ji aliyê hikûmetê ve tên cîbicîkirin, pêşkêş kir, ku ji bo karsazan alîkariyên nû bidest bixin û berhemdariya kompaniyên xwe zêde bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button