
Di 6’ê Hezîranê de, Waliyê Sûnikê Robêrt Xûkasyan li Meclîsa Neteweyî ji rojnamevanan re axivîe û diyar kiribû ku li Herêma Syûnîkê konsolosxaneya Îranê hatiye vekirin û niha jî Rûsya dixwaze li herêma Syûnîkê konsolosxaneya xwe veke.
Robêrt Xûkasyan gotîe – “Hêviyek min a mezin heye ku ev konsulxane nebe konsulxaneya dawî ku li Syunikê tê vekirinê.”
Li ser çavdêriya ku plana Lavrov a duyemîn heye ku Syûnîkê bike Rûsî-Tirkî û ji ber wê jî konsolosxaneya Rûsyayê li wir vedikin, ku çavê Moskowê li “Korîdora Zengezûrê” ye û dixwaze wê kontrol bike, Robêrt Xûkasyan. diyar kir. “Ez nizanim kî çi dibêje, lê Syûnîkê Ermenî bû, heye û dê bibe. Ew parçeyek bingehîn a welatê me ye. Divê her ermenî wisa bifikire û ev yek nayê nîqaşkirin. Çi planên kê li Syûnîkê hene, ev derdê wan e, bi kêmanî heta vê gavê ew plan bi ser neketin û pir baş e ku bi ser neketin. Ez bawer im ku ew ê demek dirêj nexebitin.”