All NewsTop

Di qonaxên pêşî û piştî kişandina dîmenên girtiyên ermenî de, zextên li ser wan zêdetir dibin. Sîranûş Sahakyan

Armanc ji kişandina fîlma girtiyên ermenî di medyaya Azerbaycanê de, bilindkirina navûdengê Azerbaycanê di civaka navneteweyî de di warê mafên mirovan de ye û ji bo temaşevanên navxweyî jî tê amadekirinê. Serokê Navenda Hiqûqê ya Navneteweyî û Berawirdî Sîranûş Sahakyan di axaftina xwe ya bi NEWS.amê re wiha gotîe.

Hêjayî gotinê ye ku kompanyaya televizyona giştî ya Azerbaycanê vîdeoyek ji girtiyên ermenî yên şer belav kiriye û tê de dibêje ku “di şert û mercên baş de ne”.

Li gorî wê, vîdeoyên bi vî rengî ji bo ku di pirsên mirovahî de serdestiya Azeriyan li hember Ermeniyan nîşan bidin hatine çêkirinê. Ji aliyê din ve vîdeoyên bi vî rengî nefretê li hember ermeniyan çêdike, yanî di civaka Azerbaycanê de rewişt têne rêkxistin. Her wiha divê bê bibîranîn ku girtî di hilbijartinê de azad nînin, di bin gefa jiyan û tenduristiyê de hevpeyvînên bi vî rengî dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button