All NewsTop

2022 Nêzîkî 19 hezar û 600 kes hemwelatiya Ermenîstanê wergirtine

2022 Di encama guhertinên di qanûna “Hemwelatîbûnê” ya ku ket meriyetê de, biryarnameyên li ser welatîbûnê zêde bûne. Li ser vê yekê Alîkarê Serokerkanê Serokomariya Ermenistanê Xaçatûr Poxhosyan agahî daye. Li gorî wî, di sala 2021 de Nêzîkî 60 biryarnameyên li ser hemwelatîbûnê ji hêla serok ve hatine îmzekirinê, û 114 di 2022 de. “Di encamê de, di sala 2022 de Di sala 2021’an de nêzî 19 hezar û 600 kesî mafê welatîbûnê wergirtibû. li şûna 7300”.

Poxhosyan her wiha da zanîn ku di sala 2022’an de Bi biryarnameyên serokomariyê hemwelatîbûna 4 hezar û 400 kesan hatîe betalkirinê.

Serokomar 128 biryarname li ser tayînkirina fermandarên herî bilind ên Hêzên Çekdar, nûnerên dîplomatîk ên li welatên biyanî û rêxistinên navneteweyî û dadger îmze kirîe.

680 kes bi rêz û madalya hatin xelatkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button