EconomicsTop

Xebatên avakirina bloka nû ya Santrala nukleerî ya Ermenîstanê wê kengê dest pê bike?

Di dawiya sala 2024 an serê sala 2025an de, li gor peymana pêşîn, divê li Ermenîstanê xebatên avakirina bloka nû ya santrala nukleerî dest pê bikin. Texmînek pêşîn heye, ku bihayê bloka nû wê 3-5 mîlyar dolar be. Li gorî pisporan pêwîstî bi hebûna enerjiya atomê ya Ermenîstanê heye. Lê di du hefteyên dawî de, axaftinên li ser avakirina reaktorên piçûk ên modular dîsa çalak bûne. Di demeke nêz de heyetek ji Êrîvanê wê here Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,ku bi teknolojiya reaktorên piçûk ên modularî nas bike. Lê îro “Rosatom” û pisporên enerjiya atomê li Êrîvanê civiyan.

Ji bo Ermenîstanê pêdivî ye, ku enerjiya atomê yen wê hebe, ji ber vê yekê tê plankirin, ku heta sala 2036-an yekîneyek nû ya hêzê bi kapasîteya 1000-1200 megawatt were çêkirin. Pisporê enerjiya neteweyî ya Neteweyên Yekbûyî Ara Marjanyan tekez dike ku ewlehiya enerjiyê û serxwebûna Ermenîstanê li wir girîng e. Yekîneya heyî ya Santrala nukleerî ya Ermenîstanê wê hîn jî bixebite. Mekanîzmaya dirêjkirina dema xebatê ya yekîneya hêza xebitandinê wiha ye: piştî salan, divê rewşa metala reaktorê ji nû ve were kontrol kirin û, ger hewce bike, hin tedbîr bêne bicîh kirin. Bloka xebatê ya santrala nukleerî di sala 2021an de di qonaxek wiha re derbas bû, metala reaktorê hat nûkirin, ku hişt ku temenê santralê heta sala 2026 were dirêj kirin.

“Piştî hema hema prosedûrêkî wusa jî , wê 10 salên din dirêj bikin, wê jar jixwe salen 2036-2038 de.”

Santrala nukleerî ya Metsamorê ji aliyê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, IAEA ve tê kontrolkirin. Pisporên avahîyê bi rêkûpêk serdana Ermenîstanê dikin û rewşa santrala nukleerî kontrol dikin.

Di sala 2021’an de ji 15’ê Gulanê heta 15’ê Çiriya Pêşinê qutbûna herî dirêj a çalakiya Santrala nukleerî ya Ermenîstanê bû. Cîgirê Wezîrê Karê Herêmî û Binesaziyê Hakob Vardanyan dibêje, di wê demê de pergala sarbûna acîl ya herêma çalak a reaktorê hate nûve kirin.

Mijara çêkirina santrala nû ya nukleerê di rojevê de ye. Di havîna sala borî de, Komara Ermenîstanê û Federasyona Rûsyayê peymanên navdewletan îmze kirin. Li gorî peymana destpêkê çêkirina bloka bi tîpa VVR ya bi kapasîteya 1200-1400 megawat di rojevê de ye, dema ku bloka duyemîn ji kar were derxistin wê bloka 3’yemîn jî hebe, ku wê berdewamiya hilberîna elektrîkê misoger bike. Ara Marjanyan radigihîne, ku wê di nav 10-12 salan de bloka nû were çêkirin.

Lêçûna destpêkê ya avakirina santrala nûkleerî 3-5 milyar dolar e. Alîkarê pêşê yê Midûrê “Rosatom” Îlya Vergazaev tekez dike: “Ermenîstan yek ji wan welatan e, ku xwedî ezmûna xebata bi bandor bi santralên nukleerî re ye.” Ew tekez dike ku divê Ermenîstan binesaziyên enerjiyê pêş bixe. Tevî daxuyaniyên cihêreng ên derbarê enerjiya alternatîf de, nukleer bingeha bingehîn a pêşxistina binesaziyên enerjiyê ji bo hemî welatan e. Li gorî nûnerê Rosatom, ew dikare ji bo jîngehê jî ewle be.

Li Belarusê reaktorek bi heman rengî tê çêkirin. Blokek bi heman rengî li Rûsyayê jî tê çêkirin. Lê belê li aliyê Ermenîstanê jî nîqaşên li ser reaktorên nukleerî yên piçûk ên modular hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button