PoliticsTop

Rûberên erdên Ermenîstan û Azerbeycanê wê nekevin nava peymana muhtemel a aştiyê: Mîrzoyan

Di peymana muhtemel a li ser avakirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê de, di çarçoveya naskirina yekparebûna axa hev de behsa rûberên erdan nayê kirin. Daxuyaniyên li ser naskirina 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe ya Ermenîstanê û 86 hezar û 600 kîlometre çargoşe ya Azerbeycanê siyasî ne û ji bo piştrastkirina wê pirsêne, ku tu welat li ser hev tu îdiayên erdî nake.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema nîqaşên destpêkê yên rapora salane ya “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” de, li ser pirsa Parlamenterê Fraksiyona Ermenîstan Gexam Manukyan de, ku di dema danîna têkiliyên dîplomatîk de, gelo Komara Ermenîstanê yekparebûna axa welatekî din bi awaya Rûberên erdên nas kirye, ev tişt got.

Mîrzoyan diyar kir, ku ew dihesibînin, ku di peymana ti welatan de li ser hevdu naskirin û danîna peywendiyan behsa rûberên erdan neyê kirin.

“Bi rûberên erdan nîşankirina yekparçeyiya axê, daxuyaniyên siyasî ne. Ev li ser wê yekê ne, ku Ermenîstan ji Azerbaycanê xwedî îdiaya erdî û Azerbaycanê jî ji Ermenîstanê re nebe. Ez nafikirim, ku hûn difikirin, ku divê em vê yekê danin di peymana avakirina têkiliyan de, an di belgeyek din de. Cûdahî diyar e:” got Mîrzoyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button