PoliticsTop

Pêdivî ye, ku bi eşkereyî ji hêla Azerbaycanê ve axa Ermenîstanê ya 29.800 kîlometre çargoşe were pejirandin: Wezîrê karên derve

“Ermenîstan hêvî dike ku serkirdayetiya Azerbaycanê jî bi eşkere piştrast bike, ku ew yekparçebûna axa Ermenîstanê ya 29,800 kîlometre çargoşe nas dike, wekî din Ermenîstan wê berdewam be ji ber wê yekê, ku Azerbaycan xwedî îddîayên axa Ermenistanê ye:”

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema nîqaşên destpêkê yên rapora salane ya “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” de, li ser çavdêriya Parlamenterê Fraksiyona Ermenîstanê Gegham Manukyan de, ku Serokkomarê Azerbaycanê eşkere nekiriye, ku ew yekparçebûna axa Ermenistanê bi rûbera 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe nas dike, ev tişt got.

Wezîrê Karên Derva destnîşan kir, ku Serokomarê Azerbaycanê bi eşkereyî eşkere nekiriye ku ew yekparebûna axa Ermenistanê ya bi rûbera 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe nas dike. Lê civîna bi beşdariya Serokomarê Azerbaycanê bi daxûyaniya Serokê Konseya Ewropayê Şarles Mîşel bi dawî hat û tê de hat diyarkirin, ku welat yekparçeyiya xaka hev nas dikin û rûberên herêman ya du welatan jî tên weşandin.

“Piştî wê jî ji aliyê Azerbaycanê ve tu înkar nehat kirin. Û ez hêvî dikim ku desthilatdariya bilind a Azerbaycanê bi van gotinan yekparebûna axa Ermenîstanê wê nas bike. Bi awayekî xwezayî, Azerbaycan îtîraz nake, israr dike, ku ew yekparçetiya axa Ermenistanê nas dike. Binavkirina van hejmaran mekanîzmayeke zêde ya zelalkirinê bû. Ev yek ji aliyê Azerbaycanê ve nehatiye redkirin, lê ji raya giştî re jî piştrastkirin pêwîst e. Wekî din, em ditirsin ku Azerbeycan bi siyaseta xwe li hember Ermenîstanê xwedî îdiayên erdî ye:” got Mîrzoyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button