PoliticsTop

Ji daxuyaniyên, ku axaftina Bakûyê rewa dikin, hê çêtir e, ku tiştek neyê ragihandin: Mîrzoyan li ser RPEK

RPEK her tim radigihîne, ku ji aliyê wan ve her tişt amade ye, ku şandekê bişîne Ermenîstanê, lê aliyê Ermenî, ji bo tomarkirina rastiya êrişê, şertek pêşwext datîne. Çima piştî sê salan cara pêşê biryar hat dayîn, ku şert û mercên pêşwext ne ji bo dijminan, ji bo hêz û welatên dost bên sepandin. Eger ew biryar hate danîn, ku behsa şert û mercên pêşwext bikin, çima ev şert û merc ji bo têkiliyên Tirkiye û Ermenîstanê jî bi heman awayî derbas nabe? Di 5ê Hezîranê de, di dema rapora “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” li Meclisa Neteweyî, Parlamentera Fraksiyona Ermenîstan Krîstîne Vardanyan, li ser vê yekê pirsek ji Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan re da.

Ti şert û merc nîne, di biryara projeyê de tiştekî wiha heye. Di meha îlonê de xaka serweriya Komara Ermenîstanê hatiye binpêkirin, sînor hatiye binpêkirin, li gorî wê, pêwîstî bi şandina şandeke çavdêriyê heye. Li gorî me divê ev reaksiyona herî kêm a tifaqa leşkerî ye, ya ku em endamê wê ne.

Heya niha jî hevkarên me îdiayeke wiha ne hatye kirin. Bi rastneanîna wê yekê, ku di êrîşa Îlonê de axa serweriya Komara Ermenîstanê hatiye binpêkirin, derdikeve holê, ku axaftina Azerbeycanê rewa ye. Baştir e ku hevalbendên me ji daxuyaniyên, ku axaftina Bakûyê rewa dikin, yanî eger xeta sînor nebe, zehmet e mirov mehkûm bike û bêje kî ketiye xaka kê, hê çêtir e, ku tiştek ranegihînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button