PoliticsSocietyTop

Ermenîstan bi şirîkên Yekîtiya Ewropayê re bi awayekî aktîf li ser serbestkirina vîzeyan nîqaşan dik: Mîrzoyan

Mijara serbestkirina vîzeyan yek ji mijarên rojeva Ermenîstan û welatên Yekîtiya Ewropayê ye, hema hema di hemû rewşan de tê nîqaşkirin û piştgirî distîne, lê pêwîstî bi helwesteke lihevhatî ya YE heye.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema nîqaşên destpêkê yên rapora salane ya “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” de ev tişt got.

“Em bi awayekî aktîf li ser mijara serbestkirina vîzeyan nîqaş dikin. Di navbera me û YEyê de, yan jî di navbera me û dewleteke endamekî YEyê de di rojevê de ye, tê nîqaşkirin û di piranya, an jî hema hema hemû bûyeran de piştgirî tê dayîn. Lê belê ji bo YE’yê biryareke wiha bide helwesta lihevhatinê pêwîst e. Û hê jî ne pêkaniye ku di nava Yekîtiya Ewropayê de lihevhatinêk pêk were:”got Mîrzoyan.

Wezîrê Karên Derve destnîşan kir, ku xebatên di vî warî de dewam dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button