PoliticsTop

Divê rayedarên Ermenîstanê hewl bidin ku mekanîzma û platforma diyaloga Stepanakert-Bakûyê peyda bikin: Mirzoyan

Li cîhanê kes nikare înkar bike, ku gelek pirsên vekirî yên girêdayî ewlekarî û mafên gelê Qerebaxa Çiya hene. Divê ji aliyê gelê Qarabaxê, organên hilbijartî ve bên gotûbêjkirin û axaftin, û divê rayedarên Ermenîstanê hewl bidin destpêk, mekanîzm û platforma wê diyalogê misoger bikin.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema nîqaşên destpêkê yên rapora salane ya “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” li ser pirsa parlementerê Fraksiyona Ermenîstan Artur Xaçatryan, ku gelo ew ji aliyê rayedarên Komara Artsaxê ve hatine destûr kirin, ku li ser navê wan li ser rewşa paşerojê ya Artsaxê danûstandinan bikin, ev tişt got.

“Wek ku serokwezîrê Ermenîstanê gelek caran gotiye, me ji gelê Qerebaxa Çiya peywira muzakerekirina paşeroja wan ne standiye. Û li gorî vê jî mafê me nîne, ku em statuya wan diyar bikin. Em ne îdiayeke wiha pêşkêş dikin, ne jî hewl didin tiştekî wiha bikin.

Di pêvajoya çareseriya Ermenistan-Azerbaycanê de tişta, ku em hewl didin misoger bikin ev e, ku ev lihevhatin nikare realîst, temam, demdirêj, bi îstîqrar be, eger di çarçoveya vê rêziknameyê de mekanîzmaya diyalogê neyê çêkirin, ku gelê Qerebaxê û Bakûya fermî li ser hemû mijarên, ku ji bo gelê Qerebax û paşeroja wan eleqedar û girîng in, diyalog, gotûbêj, danûstandinan bikin:” got Mîrzoyan.

Wezîrê Karên Derve destnîşan kir, ku ji bo çareserî û aşitî pêk werin, bi îstîqrar û demdirêj bin, divê pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Û ev pirsgirêk hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button