PoliticsTop

Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de li ser nexşeyek taybetî ji bo xêzkirina sînoran peymanek dawî tune: Mîrzoyan

Li ser nexşeyek taybetî ji bo xêzkirina sînoran navbera Ermenîstan û Azerbaycanê lihevkirinek dawî tune, lê wek nimûne, nexşeya 1975-an wekî bingeh ji bo Ermenîstanê, çareseriyekî meqbûl e.

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di dema niqaşên destpêkê yên rapora salane “Li ser cîbicîkirina bûdceya dewletê ya sala 2022an” da li ser pirsên parlementeran ev agahî da.

“Hê jî lihevkirineke dawî li ser kîjan nexşeyê divê xebatên xêzkirinê bên kirin, nîne. Lê belê li gorî Deklarasyona Almatayê îradeya van xebatan heye. Di 6’ê Çiriya Pêşina sala borî de li Pragê li ser vê yekê lihevkirinek pêk hat, lê belê bi nexşeyê re lihevkirinek nîne:” got Mîrzoyan.

Wî got jî, ku bi qasî , ku ew dizane, di gotûbêja dawî ya li Qîşinewê de, serokê Azerbaycanê li dijî nexşeya sala 1975ê nerazîbûn nîşan nedaye.

“Em behsa nexşêyêk dikin, ku li dora wê têgihiştin û îradeya berdewamkirina xebatê heye, ji aliyê hemû civaka navdewletî û ji aliyê Komara Ermenîstanê ve. Em di wê baweriyê de ne, ku bi nexşeya sala 1975’an yekparçeyiya axa hev nas bikin û li ser wê bingehê dest bi xebatên xêzkirinê bikin, ji bo Komara Ermenîstanê çareseriyeke meqbûl e. Lê belê ji bo nexşêyeke taybet lihevkirineke dawî tune:” Wezîrê Derve bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button