PoliticsTop

Hemû xizmetên sînorî wê tenê ji aliyê servîsên Ermenîstanê ve bên kirin: Armen Grîgoryan

Di astengkirinê de serwerî û beradayî prensîbên girîng in. Ev yek ji aliyê Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan ve hat ragihandin.

“Demeke dirêj ji bo çareseriyekek ji derveyî van prensîban bi awayên cuda zext li Ermenîstanê dihat kirin. Niha zêdetir eşkere bûye, ku Ermenistan wê rêyê naçe, ji ber ku ew yek ji sedemên şerê Îlonê bû:” wî got:

Armen Grîgoryan têkildarî mijarên rakirina dorpêçê jî got, nêzîkatiya di çarçoveya Ermenîstanê de ew e, ku tevahiya kontrola sînoran di bin kontrola aliyê Ermenîstanê de be.

“Hemû xizmetên sînorî wê tenê ji aliyê servîsên Ermenîstanê ve bên kirin:” got Armen Grîgoryan

Li gorî Sekreterê Konseya Ewlekariyê , eger tundiya danûstandinan were parastin û piştevaniya civaka navdewletî hebe, wê heta dawiya salê peymana aştiyê were îmzekin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button