PoliticsTop

Ger em karibin vê pêvajoyê bidomînin, heta dawiya salê derfet heye ku peymana aştiyê pêk were: Sekreterê Konseya Ewlekariyê

Me di mijara diyarkirina sînoran de li Qîşinewê hinek pêşketin bi dest xistine, em nikarin bêjin, ku pirsgirêk bi dawî hatiye çareserkirin, lê em pêşketinan pêk tînin. Di vê derbarê de got Sekreterê Konseya Ewlekariyê ye Komara Ermenîstanê Armen Grîgoryan.

“Hemû mijar girîng in û hemû mijar bi hev ve girêdayî ne. Ez bawer im, ku ger em di mijarên mirovahî de pêşde herin, ango hemû girtî serbest bên berdan, em ê karibin di derbarê kesên windabûyî de agahiyan bibînin û çarenûsa wan fam bikin, hem jî di derbarê rakirina dorpêçê, Qerebaxê de, diyalog û gotûbêjên Stepanakert-Bakûyê, yanî ger ewlehî û maf di vê formatê de bên nîqaşkirin, ez difikirim ku em bi hin gavan pêş deherin:” wî got.

Sekreterê Konseya Ewlekariyê li ser pirsa gelo em nêzîkî îmzekirina rêkeftina aştiyê dibin yan na, got ku danûstandin bi tundî birêve diçin û eger karibin vê pêvajoyê bidomînin, heta dawiya salê şansê peymana aştiyê heye.

“ Helwesta me ew e ku di çarçoveya van çareseriyan de çareseriyan peyda bikin û rojeva aştiyê pêş bixin û bibin xwedî peymanek aştiyê: ” got Armen Grîgoryan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button