PoliticsTop

Derfetên pêkanîna projeyên veberhênanê yên pargîdaniya madenê ya Çînê li Komara Ermenîstanê hatin gotûbêj kirin

Wezîr Vahan Kerobyan di 2yê hezîranê da heyeta Saziya Jeolojî û Madenê ya Neteweyî ya Çînê (CGM) qebûl kir.

Di destpêka civînê de, mêvanan da zanîn, ku pargîdaniya CGM bi tevahî pargîdaniyek dewletî ye, ku xebata sereke ya wê bi sektorên erdnasî û madenê ve girêdayî ye. Projeyên karsaziya sereke, yên ku ji hêla pargîdaniyê ve têne bicîh kirin li Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn in.

Vahan Kerobyan destnîşan kir ku pargîdaniya madenê yek ji alyên girîng ên aboriya Ermenîstanê ye û vê dawiyê jî hukûmeta komara Ermenîstanê stratejiya pêşdebirina sektora madenê pejirand, ku tê de rêgezên sereke yên pêşxistina wê sektorê li komara Ermenistanê diyar kirin.

Di hevdîtinê de li ser îmkanên cîbicîkirina bernameyên veberhênanê yên şirketê li Ermenîstanê hatin gotûbêjkirin. Vahan Kerobyan amadehiya xwe diyar kir, ku di çarçoveya rayeya wezaretê de li Ermenîstanê ji bo bi serkeftî cîbicîkirina projeyên şirketê piştgirî bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button