PoliticsTop

H’erke cotxeverdana Bek’û-Stêp’anakêrt neqewime, pirsgirêkê safîneve: Alên Sîmonyan

Alên Sîmonyanê sedrê CM difikire, wekî bin mêxanîzmê ort’emiletîyê cotxeverdana navbera Stêp’anakêrtê û Bek’ûyêda isa jî seva Adrbêcanê ze’f ferze, h’erke ew cotxeverdan neqewime, pirsgirêkê safîneve.

         Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- sedrê CM nav qisa t’ev r’ojne’mevana got. Li pirsê, k’a seva Ermenîstanê pêkanîna cotxeverdana Bek’û-Stêp’anakêrte ort’emiletîyê e’sasîye- bi h’esavhildana wê yekê, wekî Adrbêcan wê yekêr’a qayîlnave, Alên Sîmonyan got: “Em gre bigihîjne wê yekê, wekî Adrbêcan r’ûnê û derheqa wê yekêda xeverde, çimkî h’alê bere’k’sda li e’ynî Adrbêcanê h’alê destdar wê nee’fire, wê betalîya mezinve, wekî nav sala, dehesalîya wê nikarve dade. H’erke Adrbêcan r’ûnenê û t’ev ermenîyê binelî, ê kö Arsaxêda dimînin, xevernede, ew birînê r’okê bera bide”,- Sîmonyan got- bi serdazêdekirina, wekî  dilqê seveva ort’emiletîyê û fiþara ort’emiletîêyî mezin heye. Bi vî h’esavî, angorî sedrê CM, destanînê Ermenîstanê hene. Alên Sîmonyan difikire, wekî h’erke cotxeverdana Bek’û-Stêp’anakêrt neqewime, pirsgirêkê safîneve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button