All NewsTop

Meseleya korîdorê ji bo Ermenîstanê xeta sor e, ew pirsa nayê gotûbêj kirinê. Mhêr Grîgoryan

Alîkarê Serokwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîe ku Ermenîstan her tim hazire ku li ser pirsê rakirina blokên herêmê biaxive, lê pirsa korîdorê nayê xeverdanê. ji bo Ermenîstanê ew xeta sor e.

Mhêr Grîgoryan anî ziman ku Ermenistan hazire ku di xeberde du konseptên girîng da bike,  pirsên dorpêçkirinê nîqaş bike.

“Ya yekem ew e ku binesaziyên ku em behsa wan dikin divê binesaziyên serweriya Ermenîstanê bin, ya duyemîn jî divê hiqûqa Komara Ermenîstanê bi tevahî li ser wan were berfireh kirin. Di nav van prensîban de, em her gav hazirin û hîn jî hazirin ku pirs pêş bixin û bigînin dawiyê da. Û pirsa korîdorê jî nayê xeberdanê, ji bo me ew xeta sor e”. – Grîgoryan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button