
Tê plankirin ku ji bo nûnerên jin pergala leşkeriya dildar-mecburî bê danîn.
Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan pêşnûmeya qanûna “Derbarê Leşkerî û Rewşa Leşkerî” de li Meclisa Neteweyî pêşkêş kirîe.
Papîkyan gotîe – “Pir girîng e ku hemwelatiyên jin xwe wek zilamên têr û wekhev hesav bikin, di heman demê de dema parastina welatê xwe bikin. Em her tim behsa mafên jinan dikin, ku zêdetir li ser parastina wan û dibêjin wekî ewna belengazin, lê bi baweriya min jin qoçaxin.”
Ger dema 6 mehî ya leşkeriya mecbûrî bi dawî bibe an jî ji ber şert û mercên tenduristiyê zû ji kar were îstifakirin, dê 6 meh 2500 USD were daînê.
Proje encameke erênî wergirt û wê bikeve rojeva civînên giştî yên Meclisa Neteweyî.