SportTop

“Winds of Armenia”: projeyek bêhempa, ya ku wê geşepêdana tûrîzm û werzîşên avê pêş bixe

Di 27’ê Gulanê de li bejahiya gundê Draxtîk ê navçeya Çembarak a herêma Gegarkûnîkê, li qeraxa Gola Sêwanê, merasima vekirina kluba keştiyan a “Winds of Armenia” hat derbaskirin. Wezîrê Aboriyê Vahan Kerobyan, Alîkarê Wezîrê Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê Karen Gîloyan, Cîgirê Wezîrê Jîngehê Aram Meîmaryan, Seroka Komîteya Tûrîzmê Sîsyan Boghosyan, rayedarên din û mêvan jî li vir amade bûn.

Waliyê Gegarkûnîkê Karen Sarkîsyan di peyameke Facebookê de ragihand, ku destpêkerê projeya veberhênanê karsazê rûs Artaşes Dadala e. Di çarçoveya projeyê de wê komplekseke tûrîst-sporê, ku ji klûbeke bi 12 keştiyan, otel û kompleksa spa bê avakirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button