PoliticsTop

Serokwezîr di wê baweriyê de ye, ku vekirina peywendiyên herêmî wê ji bo geşepêdana aboriya Komara Ermenîstanê bibe teşwîqek zêde

Serokwezîr Nîkol Paşînyan got, ku yek ji mijarên civîna sê alî ya ku li Moskowayê hat derbaskirin, vekirina peywendiyên herêmî bû.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna hevpar a komîteyên daîmî yên Meclîsa Neteweyî de di dema nîqaşên destpêkê yên rapora “Li ser pêkanîna butçeya Komara Ermenîstanê ya sala 2022an” de ev tişt got.

Wî da zanîn ku li Moskowayê wî helwesta, ku berê ji alîyê ermenî ve hatibû eşkerekirin, ku Ermenistan ji bo vekirina peywendiyên herêmî yên di bin serwerî û dadweriya Komara Ermenistanê de amade, yedubare kir.

“Em li ser danûstendinên, ku di xala 9 ya daxuyaniya sêalî ya 9ê Çiriya Paşina 2020-an de hatine destnîşan kirin, diaxivin. Em ji bo vekirina van peywendiyan di demeke nêz de di bin serwerî û dadweriya welatan de amade ne û me ev tekez kir. Em hewl didin li ser vekirina binesaziya rêyên hesinî bixebitin. Em dilxwaz û eleqedar in ku li herêmê peywendiyan vekin.

Ez wisa difikirim, ku li wir helwesteke me ya nerm û çêker heye û em amade ne, ku bi rastî jî ber bi vekirina wan peywendiyan ve herin û ez bawer im ku gava ev yek bibe, ew ê ji bo geşepêdana aborî ya Ermenîstanê bibe teşwîqek zêde.

Mixabin, çareseriya vê meselê ne tenê bi me ve girêdayî ye. Ger li ser me bûya, wê demek berê çareser bûya:” Paşînyan tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button