PoliticsTop

Pêşnûmeya lihevkirî ya ku were îmzekirin tune ye: Paşînyan derbarê civîna bê ya li Qîşinewê de

Duh Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li parlementê de got, ku ew ji encamên danûstandinên 25ê Gulanê yên li Moskowayê, bi hevkarên Rûs re, derbarê vekirina korîdora Laçînê de nerazî ye.

“Ez diyar dikim, ku yek ji mijarên hevdîtinê rewşa mirovî ya li Qerebaxê û dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçîn bû. Me li ser vê mijarê bi hevkarên xwe yên Rûs re gotûbêj kir. Ez nikarim bibêjim ku encamên vê gotûbêjê têrker in. Rewşeke gelek xemgîn e ku girtina Korîdora Laçînê bi amadebûna hêzên aştiyê yên Rûsî pêk hat. Ji bo çareserkirina vê rewşê em ê bi hevkarên xwe yên Rûs re danûstandinan bidomînin:” wî got.

Serokwezîrê Ermenistanê destnîşan kir ku Êrîvan û Bakûyê li ser belgeyeke wisa, ku di 1ê Hezîranê de li Qîşinewê bê îmzekirin li hev nekirine.

“Me hê şîroveyên Azerbeycanê, yên li ser pêşniyarên me, yên ku me beriya Waşîngtonê ji wan re gihandiye, nestandye. Jixwe sererastkirina çaremîn a peymana aştiyê ye. Me sererastkirina çaremîn şandiye, heta niha me şîroveyên wan nestandye. Ji ber vê yekê, heta niha, ez dikarim bibêjim, projeyek lihevkirî, ku were îmzekirin tune ye.”

Bi beşdariya serokên Ermenîstan, Azerbaycan, Fransa û Almanyayê û Serokê Konseya Ewropayê di 1ê Hezîranê de li bajarê Chisinauyê civîneke 5 alî wê bê derbaskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button