PoliticsTop

Paşînyan encamên gotûbêja bi hevkarên Rûs re yên li ser astengkirina Korîdora Laçînê têrker nabîne

Yek ji mijarên gotûbêja sê alî ya bi beşdariya serokên Ermenîstan, Rûsiye û Azerbaycanê li Moskow a hefteya borî, rewşa mirovî ya ku li Qerebaxa Çiya hat avakirin û girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê bû. Aliyê ermenî jî li ser vê mijarê bi hevkarên Rûs re gotûbêj kir, lê encamên gotûbêjê ne têrker in.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna hevpar a komîteyên daîmî yên Meclîsa Neteweyî de di dema nîqaşên destpêkê yên rapora “Li ser pêkanîna butçeya Komara Ermenîstanê ya sala 2022an” de ev tişt got.

Serokwezîr behsa rewşa herêmê jî kir û got, ku rewşa leşkerî-siyasî li herêmê hê pir aloz e.

“Herwiha, ew ne tenê bi têkiliyên tevlihev ên ku me ve, di heman demê de, bi pêvajoyên gerdûnî yên, ku diqewimin ve girêdayî ye, bi bûyerên, ku di têkiliyên navbera Rûsya û Ûkraynayê de diqewimin, niha jî nûçeyên pir metirsîdar distînin ji bûyerên, ku li ser sînorê Îran û Efxanistanê diqewimin .

Me rojeva aştiyê, stratejiyeke aştiyê pejirand û ji bo bicihanîna wê ajanda çi ji destê me tê, em dikin:” got serokwezîr.

Paşînyan amaje bi danûstandinên sê alî yên heftiya borî li Moskowayê kir û got. ku yek ji mijarên gotûbêjê rewşa mirovî ya li Qerebaxê û girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê ye.

“Me ev mijar bi hevkarên xwe yên Rûs re gotûbêj kir. Ez nikarim bibêjim, ku encamên wê gotûbêjê têrker in. Divê em destnîşan bikin, ku ev rewşek pir xemgîn e. Û li fersendeke giştî de jî min got, ku girtina Korîdora Laçînê bi rastî bi amadebûna hêzên aştîparêz ên rûsî qewimî, ku helbet ev yek pir xemgîn e. Ji bo çareser kirina vê rewşê em ê bi hevkarên xwe yên Rûs re jî hevdîtinên xwe bidomînin:” Paşînyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button