PoliticsTop

Gotinên Alîyev tê wateya redkirina peymanên Brukselê? Paşînyan daxwaza zelalkirinê dike

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, çend daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, ku roja borî dabû, nezelal dihesibîne.

Serokomarê Azerbaycanê bi taybetî ragihand, ku diyarkirina sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê divê tenê li gorî şert û mercên Azerbaycanê pêk were.

Di vî warî de, Paşînyan pêwîstî bi zelalkirinê dibîne, ku gelo daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê tê wateya redkirina rêkeftinên Brukselê, yan na.

Serokwezîrê Ermenîstanê bi bîr xist ku li Brukselê, Ermenîstan û Azerbaycanê li hev kirin, ku yekparebûna axa hevdu ya 29 hezar û 800 kîlometre çargoşe û 86 hezar û 600 kîlometre çargoşe nas bikin.

“Di vê wateyê de herî kêm çend daxuyaniyên Serokkomarê Azerbaycanê yên duh hatine kirin nayên fêmkirin. Ez li vir difikirim, ku hem Azerbaycan û hem jî hevkarên navneteweyî divê bi kêmanî zelal bikin, ka ev tê wateya redkirina peymanên li Brukselê. Bi rastî divê em bersiva vê pirsê ji hevkarên xwe bistînin:” Paşînyan got.

Li gorî serokwezîr, daxuyaniyên, ku serokkomarê Azerbaycanê aniye ziman, pir nêzîkê betalkirinê ye, lewma pêwîstî bi verastkirinên zêde heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button