PoliticsTopWorld

“Eko-aktîvîstên”, ku korîdora Laçînê girtin, ji Alîyev pereyê xwe xwestin

Di van rojên dawî de bi awayekî aktîf di torên civakî yên Azerbaycanê de tê nîqaşkirin çalakiyên protestê li nêzî ofîsa Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, ku ji alyê nûnerên komen rêxistinên sivîl ên, ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin, tê derbaskirin. Li gorî medyaya herêmî, beşdarên çalakiyê li dijî kêmkirina pereyên xwe nerazîbûn nîşan didin. Di nav wan de, kesên bi navê “eko-aktîvîst” ku bi talîmata rayedarên Azerbaycanê çend mehan bi awayekî neqanûnî korîdora Laçînê girtibûn jî, hebûn. Bi taybetî di wêneyan de jina, ku di meha Kanûna Pêşinê de bi xeniqandina kevokekê li korîdora Laçînê de navdar bûy, tê dîtin. Her wiha wêneyan de Seroka Rêxistina “Piştgiriya Civakî ya Jinan a Şervanên Şer” Rade Abbas, ku rêxistina wê jî bi awayekî aktîf beşdarî girtina korîdorê bû, tê dîtin.

Hêjayî gotinê ye, ku rojek berê dezgeha dewletê ya Azerbaycanê ji bo piştgirîkirina rêxistinên nehikûmî encamên pêşbirka alîkariyên piçûk ên sala 2023an eşkere kir. Piştî eşkerekirina encaman jî xwepêşandana endamên rêxistinan dest pê kir û li dijî kêmkirin, an betalkirina alîkariyên xwe nerazîbûn nîşan dan. Bi awayê, piştî vê protestoyê, maşîna propagandaya dewletê ya Azerbaycanê dest bi reşkirina wan kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button