
Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan ji bo hevdîtinên xebatê pêk bîne wê here Slovakya û ji wir jî derbasî Moldovayê bibe. Ev yek ji aliyê ofîsa sekreterê Konseya Ewlekariya Ermenistanê ve hat ragihandin.
Armen Grîgoryan wê ji 31’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê li paytexta Slovakya Bratîslava, 1-2’ê Hezîranê li paytexta Moldovayê Qîşinewê hevdîtinên xebatê pêk bîne.
Grîgoryan wê di çarçoveya “GLOBSEC 2023 Bratislava Forum”ê de, ya ku li Bratîslavayê wê bê derbaskirikn, bi Alîkarê Serokomarê Azerbeycanê Hikmet Hajîyev re gotûbêjkê panelî bibe.
“GLOBSEC 2023 Bratislava Forum” wê di 30ê Gulanê de pêk were.