PoliticsTop

Alîyev tehdîd dike, ku eger ermeniyên Qerebaxê ji girtina Korîdora Laçînê “ders negirin” wê paqijiya etnîkî pêk bîne: Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî gefên Serokkomarê Azerbaycanê da.

Daxuyaniyê de tê gotin:

“Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê bala civaka navneteweyî dikşîne ser daxuyaniyên şerxwaz ên, ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di 28ê gulanê de da , ku bi armanca têkbirina hewldanên Komara Ermenîstanê û hevkarên navneteweyî yên ji bo pêkanîna aştî, aramî û ewlehiyê li herêmê ne.

Berevajî Peymana Neteweyên Yekbûyî, sozdariya nivîskî , ya ku di Danezana Sê alî ya Soçî de di 31ê Çiriya Pêşin 2022an de hatiye dayîn li ser dûr buna ji bikaranîna hêz û gefa hêzê, berevajî sozên devkî yên wekhev gelek caran li ser platformên din hatine kirin, her wiha danûstandinên berdewam yên li ser çareserkirina peywendiyên dualî, Serokkomarê Azerbaycanê dîsa Komara Ermenîstanê bi bikaranîna hêzê, gelê Qerebaxê jî bi qirkirina etnîkî tehdîd dike.

Pêwîst e bê tomarkirin, ku serkirdayetiya Azerbaycanê bi berdewamî binpê dike û paşgu dike hin rêkeftinên, ku berê hatine bidestxistin, ji wan xalên daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşin 2020an û hin jî pirensîpên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî.

Ev yek ji gotinên Serokomar Alîyev diyar dibe, ku dibje Azerbaycan bi kontrolkirina Korîdora Laçînê têkiliya navbera Qerebax û Ermenîstanê qut kir. Her wiha, di heman çarçoveyê de, bi eşkere gefa pêkanîna paqijiya etnîkî diaxwe, eger ermeniyên Qerebaxê ji girtina Korîdora Laçînê “ders” negirin. Mixabin, binpêkirina peymanan tenê bi vê re sînordar namîne. Serokomarê Azerbaycanê li şûna ku di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî de bi nûnerên Qerebaxa Çiya re dest bi diyalogê bike, bi tolhildan û darizandinê gefan li wan dixwe.

Di heman demê de tê nîşandan, ku Azerbaycan naxwaze pirsgirêkên heyî çareser bike, li ser prensîba “Ermeniyên Qerebaxê tune ne, pirsgirêka Qerebaxê tune ye” pêşde diçe.

Xebateke bi vî rengî jî berovajî mantiqa danûstandinên heyî ye, nêzîkatiyên navbeynkaran ên li ser çareseriyê jî tê de.

Nabe, ku naskirina yekparçebûna axa Azerbaycanê bê şîrovekirin wekî desthilatdariya, ku rê li dijî gelê Qerebaxê paqijiya etnîkî pêk bîne. Komara Ermenîstanê bala civaka navneteweyî û navbeynkaran dikşîne ser wê yekê, ku bi daxûyaniya xwe serokê Azerbaycanê zemînek ji bo kiryareke din a êrîşkar li dijî xelkê Qerebaxê amade dike û wan ji mafê jiyana azad, bi ewle û bi rûmet li welatê xwe bêpar dike.

Hêjayî gotinê ye, ku serokkomarê Azerbaycanê ne tenê gefên jenosîdê li ser gelê Qerebaxê dike, serxwebûn û yekparçebûna axa Ermenîstanê jî dixe bin pirsê.

Ermenîstan di rêya xwe ya bijartî ya avakirina aştiyê de li herêmê domdar e. Mixabin, wekî ku ji axaftin û kiryarên êrîşkar ên serkirdayetiya Azerbaycanê diyar dibe, ew dewlet çareseriya pirsgirêkan bi bikaranîna gef û hêza leşkerî dibîne.

Ji bo rê li ber van geşedanan bê girtin, hemû hevkarên ku bi aştî û aramiya Başûrê Kafkasyayê re eleqedar in, mecbûr in ku bi nirxandinên teqez û bê guman bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button