PoliticsTop

Rûsya wê li Syunîkê konsolxaneya xwe veke

Federasyona Rûsyayê wê li herêma Syunîkê konsolxaneya xwe veke. Alîkarê midûrê daîreya 4emîn a welatên CIS ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Sergey Paltov di çarçoveya maseya dor a pisporên ermenî û rûsî ya li Moskovayê da axivî.

“Di hevdîtina dualî ya Paşînyan û Pûtîn, ku 25ê Gulanê de li Moskovayê hat derbaskirin , aliyê Ermenîstanê vekirina konsolosxaneya Rûsyayê ya li Syunikê pejirand:” Alfa News” gotinên Paltov vegot.

Dîplomatê Rûsî her wiha got, biryar hatiye dayîn, ku ji bo vekirina konsolxaneyê, rêkarên dewletê yên dirêj neyên derbaskirin, ku herî kêm salek wê bidome, bi rêyekî hêsan ve wê herin.

Paltov destnîşan kir, ku biryar hatiye girtin, ku kesên, ku wê cih de kar bikin, zutirek dem de bên şandin li Ermenîstanê .

“Ji bo, ku ew di cih de dest bi xebatê bikin û ne tenê ji bo parastina dostaniya Ermenî-Rûs, lê di heman demê de ji bo ewlehiya vê herêma stratejîk a Ermenîstanê ya girîng jî tevkariyê bikin. Ez hêvî dikim ku serdana me ya meha Hezîranê bi bandor be:” Sergey Paltov diyar kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button