PoliticsTop

Rûsya mecbûre, ku rê li danîna xala kontrolê ya Azerbaycanê bigire: Tîgran Abrahamyan

Sekreterê Fraksiyona Opozisyonê ya “Ez bi rûmet im” ya Meclisa Neteweyî Tîgran Abrahamyan, di wê baweriyê de ye, ku Rûsya mecbûre, ku rê li danîna xala kontrolê ya Azerbaycanê li korîdora Laçîn de bigire.Divê kiryarên Rûsyayê pir zêdetir bibin hedef.

Abrahamyan di brîfînga meclîsê de helwesteke bi vî rengî nîşan da û bal kişand ser çavdêriya, ku li gorî belgeya 9’ê Çiriya Paşinê divê Korîdora Laçînê di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de be.

“Rûsya mecbûr bû, ku rê li avakirina xala kontrolê ya Azerbaycanê li ser pira Hekarê bigire, bi taybetî ku ew 20-30 metre dûrî baregeha wê bû. Rûsya ne tenê weke aliyekî belgeya sê alî, her wiha weke “lîstikvanek” sereke yê ku li herêma me temsîl dike, di vî warî de berpirsyariya wî heye:” Abrahamyan got.

Li gorî wî, Azerbaycan ji niha ve hebûna xala xwe ya kontrolê wek rastiyek tomar dike, hewl dide ku zextê li Ermenîstanê bike di pêvajoya danûstandinan de, û wê di paşerojê de jî bikar bîne, bêyî ku kî bibe desthilatdar. Herwiha cihê xala kontrola Azerbaycanê rewşeke gelek dijwar ji bo hevwelatiyên Artsaxê çêkiriye.

Parlamêntar got, “Alî mecbûr in, ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, bi taybetî di vê çarçoveyê de, ku rayedarên Ermenîstanê piştî îmzekirina belgeya 9ê Çiriya Paşinê bi tevahî berpirsiyariyên xwe bi cih anîne, her çend ji bo Ermenîstan û Artsaxê dijwar be.”

Ji ber vê yekê wî da zanîn, ku Azerbaycanê erkên xwe pêk neaniye. Abrahamyan her wiha destnîşan kir ku di mijara girtina korîdorê de berpirsyariyên Rûsyayê hene, divê kiryarên Rûsyayê yên li vir pir zêdetir bibin hedef.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button