PoliticsTop

Li gorî agahiyên destpêkê, koma çekdar a dijmin sînora Komara Ermenîstanê derbas bûye û leşker revandye: Komîteya Lêpirsînê

Li gorî agahiyên destpêkê, koma çekdar a dijmin sînora Komara Ermenîstanê derbas bûye û leşker revandye. Di peyama Komîteya Lêpirsînê ya Komara Ermenîstanê de derbarê 2 leşkerên Ermenî yên ku hwunda bibûn, ev agahî hae dayîn.

“26’ê Gulanê, saet 18.30’an de leşkerên Yekîneya Leşkerî ya N a Wezareta Parastinê ya Komera Ermenîstanê Harutyun Yurîk Hovagîmyan û Karen Aşot Ghazaryan, bi otombîleke bi tîpa “Kamaz 43114” bo yek ji çeperên şer ên heman yekîneya leşkerî xwarin dibirin, piştî ku ji cihê xwe vedigeriyan pêwendî bi wan re qut bûye. Di encama lêgerîna, ku hat kirin de, otombîl li ser rêya ku diçû çeperên şer, di otombîlê de çeka AK-74 hat dîtin, lê 2 leşker nehatin dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê koma çekdar a dijmin sînorê Komara Ermenîstanê derbas bûye û leşker revandye.

Ji bo zelalkirina rewşa derbasbûna neqanûnî ya sînor ji aliyê leşkerên artêşa Azerbaycanê û revandina leşkeran ve, tedbîrên mezin ên operasyonê û delîlan ên pêwîst tên kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button