PoliticsTop

Ji bo piştgiriya Êzidiyên li Iraqê dijîn li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate derbaskirin

Li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Ermenîstanê, civaka Êzidî ji bo parastina Êzidiyên li Bakurê Iraqê, yên ku îro li dijî dijminatiya biyanî û gotinên nefretê ne, çalakiyek derbas kirin. Serokê Yekîtiya Niştimaniya Êzidiyan Xdr Hacoyan diyar kir, ku ev diyarde bi metirsiya jenosîdeke nû tije ye, mîna ku di sala 2014’an de li Şengalê qewimî.

“Di van demên dawî de li Iraqê ji aliyê komên tundrew ve kampanyayek li dijî Êzdiyan hatiye destpêkirin, ku bang li alîgirên xwe dikin û diyar dikin, ku bi îdiaya êzdî kafir in, barbar in û divê bên tunekirin. Materyal û rastiyên, ku hemûyan piştrast dikin di destê me de ne, ger hewce bike em ê bigihînin saziyên navneteweyî. Em ditirsin, ku wek 9 sal berê jenosîd dubare bibe. Divê demildest pêşî li pêşxistina dijminatiya biyaniyan û gotinên nefretê bê girtin:” got Xdr Hacoyan.

Li gorî wî êzdiyên, ku li Bakura Iraqê rastî jenosîdê hatin, îro di rewşeke pir xerab de dijîn û di encamê de bi hezaran êzdî jiyana xwe ji dest didin.

“Ji ber vê yekê em ê ji saziyên navneteweyî jî daxwaz dikin, ku herêma Şengal a Êzidî lê dijîn bê vegerandin û herêmeke ewledar ava bikin, da ku gelê Êzidî vegerin warê xwe yê dîrokî:” got Hacoyan .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button