PoliticsTop

Girtiyên ermenî yên di girtîgehên Azerbaycanê de ne, li şûna ku hemû bên berdan, her diçe hejmara wan zêde dibe: Marukyan

Balyozê Karên taybet ê Ermenîstanê Edmon Marukyan diyar dike, ku girtiyên Ermenî yên di girtîgehên Azerbaycanê de, li şûna ku hemû bên berdan, her ku diçe hejmara wan zêde dibe.

Marukyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya “Twitter”ê de behsa revandina 2 leşkerên Ermenî ji axa Ermenistanê ji aliyê Azerbaycanê ve kir.

“Du leşkerên Ermenî bi awayekî neqanûnî ji axa Ermenîstanê hatin revandin. Bi vî awayî girtiyên ermenî yên di girtîgehên Azerbaycanê de, li şûna ku hemû bên berdan, her diçe hejmara wan zêde dibe. Azerbaycan divê hemû girtiyên ermenî yên şer û sivîl serbest berde, ji ber ku hemû bi awayekî neqanûnî di girtîgehên Azerbaycanê de ne:” Marukyan nivîsî.

Balyozê bi Karên taybet ên Ermenîstanê di nota xwe de behsa Wezîrê Derve yê Amerîka Anthonî Blînken, Serokê Konseya Ewropayê Çarles Mîçel, Komîserê Bilind ê Karûbarên Derve yê YE Joseph Borrell kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button